Li gorî agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji rayedarên ewlehiyê hilda Aryan ji alî polêsan ve li et-Tecemul Xamîs a ku li rojhilatê Qahîreyê ye li mala hevalekî xwe hat binçavkirin.
Alîkarê Wezîrê Karên Hundir Ehmed Hilmî diyar kir ku beriya darizandina Mihemed Mursî yê ku cara ewilîn bi rêya hilbijartinê bûye Serokomarê Misrê, binçavkirina Aryan li dijî Îxwanê derbeyeke mezin e. Mihemed Mursî dê di 4ê mijdarê de bê darizandin.
Hilmî diyar kir ku der heqê Aryan de îxbarek hatiye û îxbarê de gotine ku Aryan li malake ne ya serokên îxwanê ye xwe vedişêre û li ser vê jî hêzên ewlehiyê bi biryara dozgeriyê ew binçav kirine.
Ji alîkarên Wezîrê Karên Hundir Seyîd Şefîq daxuyanî da û diyar kir ku Aryan birine Girtîgeha Mezra Turayê û yê wî sewqî dozgeriyê bikin.
Rayedarên Îxwanê jî daxuyanî dan û diyar kirin ku binçavkirina Aryan tu tiştekî rêxistinê, partiyê an jî Bizava Yekîtiya Neteweyî ya ji bo Reda Derbeyê û Piştgiriya Meşrûiyetê naguherîne.