Abdullah Tel
17 Nîsan 2018•Rojanekirin: 18 Nîsan 2018
DAKAR
Li Senegalê Alioune Doucoureyê ku muteşebîsekî ciwan e tekerên emilandî berhev dike û yan jî dikire û jê berhemên nû çêdike.
Doucoure li bajarê Thiesê yê bi qasî 50 kîlometre ji paytext Dakarê dûr rûdinê û qismekî mala xwe jî ji bo çêkirina berhemên nû yên wek, qoltix, qenepe û taximan wek îmalatxane diemilîne.
Ciwanê muteşebîs ji tekerên emilandi berhemên mîna mase, hêlekan, çîçekdank, pêlîstok û gelek tiştên din çêdike û bi wan jî debara mala xwe dike.
Doucoure ji çerm jî çente, qayîş, şimik û gelek tiştên din çêdike.
- Hertişt bi saya serê zirnezîqekê çêbû
Ciwanê 27 salî Doucoureyê zewicî ku du zarokên wî hene daxuyanî da nûçegihanê AAyê û qala karê xwe kir.
Doucoure destnîşan kir ku beriya vî karî boyaxkeriyê dikir û rojekê wextê dibistanek boyax dikir midûr jê xwest ku li baxçeyê dibistanê ji bo zarokan zirnezîqekê çêbike û wiha dewam kir: "Ji bo ku dilê midûr nemîne min got temam lê nizanim ezê çawa çêbikim. Ez li serê gelekî fikirîm. Serê sibehê dema ez ji malê derketim çavê min bi wan tekerên kevn ên ku ji bo zarokan min texte danîbû binî û wek cihê rûniştinê amade kiribû, ket. Di wê navberê da min got temam ez êdî zanim ku çawa çêbikim. Min ew herdu teker jêkirin û her aliyekî bi serê kêranekî va danî û jê zirnezîq çêkir."
Doucoure got ku zarok ji vê yekê razî bûn û li ser vê wî jî ji hin tekerên din ji bo wan li bexçeyê dibistanê ji wan ra cihê rûniştinê û hêlekan çêkir û ev karê nû wiha dest pê kir.
- Siparişan ji ser medyaya ciwakî hildide
Muteşebîsê ciwan ragihand ku piştî karî wî li dibistanê qediya li ser meseleyê hûr û kûr fikirî ka mirov dikare bi tekerên kevn berhemên çawa çêbike û axaftina xwe wiha domand: "Min wêneya wan cihê rûniştinê yên ku min ji bo zarokan ra li baxçeyê dibistanê çêkiribû kişand û ji ser Facebookê weşand. Yekî ji min ra peyam şand û got ku ji bo zarokên xwe ew jî heman cihî dixwaze û got ku ezê perê te jî bidim. Min pere hilda û zêdetir li ser vê meseleyê sekinîm. Min gelek tiştên nû lê zêde kir û ez îro hatime vê astê. Karê ku ez dikim bi piranî ji ser medyaya civakî belav bû û piraniya siparişan jî ji ser medyaya civakî tên."
Bi vî karê hanê rê li pêş şewitandina tekeran jî tê girtin û ew wek amûr û berhemên nû dibin xwedî şêweke teze.
Doucoure diyar kir ku ew dixwaze rojkê di vê qadê da bibe xwedî febrîqe û li Tirkiyeyê jî di febrîqeyekê da ji bo perwerdehiyeke baş bixebite û di qada xwe da bibe profesyonel.