Elif Orhan
07 Îlon 2017•Rojanekirin: 07 Îlon 2017
ÎSTANBÛL
Yekîtiya Alimên Misilman ên Cîhanê fitû weşand û got ku di çarçoveya derfetan de arîkariya misilmanên arakanî yên ku rastî êrîşên artêşa Myanmarê tên ferz e.
Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji Yekîtiya Alimên Misilman ên Cîhanê hat dayîn de hat diyarkirin ferz e ku hemû misilman piştgirî bidin birayên xwe yên ku li Myanmarê rastî şîdet û qetlîamê tên û bang kirin ku divê sibê mijara xutbeya înê "piştgiriya misilmanên arakanî be."
Di daxuyaniyê de bangî rêveberên dewletên li alema îslamê kirin ku bila dijî kesên ku hember misilmanan şîdetê bi kar tînin teşebûsên boyqota aborî û siyasî bikin û hat xwestin ku arîkariyên xêrê jî divê demildest arîkarî bişînin herêmê.
Di daxuyaniyê de her wiha hat xwestin ku şaxêb çapemenî û weşanê û alimên dîn jî di mijara Arakanê de çi dikeve ser milên wan bi cî bînin.
- "Misilmanên li Arakanê birayên me ne"
Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Alimên Misilman ên Cîhanê Elî Qeredaxî jî di daxuyaniya xwe de ji bo ku misilmanên Arakanî (Rohîngya) bên xilaskirin bang kir. Qeredaxî destnîşan kir ku divê sibê mijara xutbeyên înê "sivîlên bêguneh ên mezlûm ên arakanî" be û bang kir ku piştî nimêja înê xwepêşandanên piştevaniyê bên lidarxistin.
Qeredaxî destnîşan kir ku rewşa li Arakana ku bi hezaran mirov lê hatin koçkirin û qetlkirin ji bo hemû dinyayê rûreşiyek e û ev bang kirin:
"Misilmanên li Arakanê birayên me ne. Misilmanên arakanî yên ku rastî qetlîamên bêrehm tên xilas bikin."
Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Alimên Misilman ên Cîhanê Qeredaxî her wiha spasiya her kesê ku piştgirî da misilmanên arakanî kir.
Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (KBPNY) duh eşkere kiribû ku jimara misilmanên ku ji Arakana eyaleta Myanmarê ji êrîşên artêşê û nijadperestên Bûdîst reviyan û gihan Bangladêşê gihaşt 146 hezarî.
- Li Arakanê çi dibe?
Artêşa Myanmarê bi hinceta têkoşîna dijî çekdaran êrîşî eyaleta Arakanê dike, ji 25ê tebaxê vir da di van êrîşan da gelek misliman hatin kuştin. Di êrîşan da ji 60î zêdetir gund xistin hedef û bi dehan gund jî şewitandin.
Bi dehan hezarî mislimanên ji Arakanê ji ber ewlehiya canê xwe ji herêmê direvin û ji rêyên beja û behrê ra derbasî Bagladêşê dibin. Bi dehan hezarî mislimanên ji Arakanê li ser sînor in da ku derbasî aliyê Bangladêşê bibin.