Önder Beyter
18 Adar 2018•Rojanekirin: 19 Adar 2018
XEZE
Hat ragihandin ku balafirên Îsraîlê li dijî zeviyên li rojhilatê Xezeyê êrîş pêk anîn.
Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên ewlekariyê hat wergirtin, balafirên şer ên artêşa Îsraîlê li dijî hin zeviyên li taxa Ez-Zeytûnê ya li rojhilatê Xezeyê êrîş pêk anîn.
Çavkaniyên tenduristiyê destnîşan kir ku di êrîşê da kes nemir an jî birîndar nebû.
Danê êvarê hatibû îdiakirin ku ji hêla Xezeyê bombeyek avêtin hêla Îsraîlê û herwiha ji ber ku bombe teqiya, tangên Îsraîlê jî zeviyên ajotî yên li hêla rojhilatê Xezeyê dabûn ber bombeyan û di encamê da Filistîniyek birîndar bûbû.