Ekip
08 Îlon 2017•Rojanekirin: 08 Îlon 2017
CENEVRE
Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku di nav 2 hefteyên dawîn da hejmara misilmanên ji Arakanê yên ku ji bûyerên tundiyê yên li Myanmarê revîn Bangladeşê gihîşte 270 hezarî
Berdevkê Nivîsîngeha Kordînasyona Karên Însanî ya NYê Leonard Doyle û Berdevka Komîseriya Bala ya Penaberan a NYê Duniya Aslam Khan, li Nivîsîngeha NYê a Cenevreyê der barê pirsgirêka Arakanê de civîna çapemeniyê li dar xistin.
Berdevk Doyle diyar kir ku 130 hezar penaberên ku gihîştin Bangladeşê li kampên qeydkirî kampên wek Kutupalong, Leda û Balukhaliyê yên jihevketî hewla jiyanê didin. Doyle got 90 hezar kes ji aliyê xelkê herêmê ve tên ezimandin û 50 hezar kes jî li kampên demkî yên besît bicih bûne.
Doyle anî ziman ku di hefteyeke dawîn de 270 hezar Arakanî gihîştine Bangladeşê û ji ber ku kamp zêde qerebalix in, îhtiyaciya bi arîkariya însanî pir zêde ye û rewş jî "metirsîdar" e. Berdevk Khanê jî got misilmanên Arakanê ji bo heqên Însanî û azadiyan mehrûm dijîn û divê bûyerên tundiyê demildest bên sekinandin.