ANKARA
Hat ragihandin ku jinên misilman (rohîngya) ên arakanî ku ji ber zilm û cudakariya Myanmarê direvin û dikevin destê qaçaxçiyan, di kampên li başûrê Taylandê de rastî destdirêjiya komî ya qaçaxçiyan tên û wek kolê seksê tên bikaranîn.
Nûr Qaîda Abdul Şukura arakanî ya 24 salî ku par di kampeke li Taylandê de digel bebeka xwe 8 roj dîl hatibû girtin, ji BERNAMAya ajansa nûçeyan a Malezyayê re axivî û serpêhatiya xwe wiha vegot: "Her şev pasvanên kampê ji nav qîzan 2-3 heb hildibijartin û dibirin cihekî dûrê kampê. Li wir bi komî destdirêjî qîzan dikirin. 2 qîzên li kampê piştî 6 mehan ducanî bûn."
Nûr Qaîdayê got ku hin qîz 2-3 roj şûnde dianîn kampê û wiha dewam kir: "Kesî ji wan tiştek nedipirsî. Lêbelê ji tevger û îfadeya li rûyê wan, me fêm dikir ku çi biwan hatiye kirin. Pasvanan destûr nedida me ku em bi hev du re bipeyivin. Li yên ku bi hev du re diaxîvîn dixistin."
Nûr Qaîdayê got ku çend rojên li kampê di cihekî wek koxa mirîşkan de ew dîl girtin û wiha xeberda: "Li kampê 15 jinên arakanî yên din jî hebûn. Ji van jinan 5ê wan xwedî zarok bûn. Zarokên wan hê jî biçûk bûn. Notirvanan destdirêjî jinên ku zarokên wan hebûn nedikirin. Lê dîsa jî ji bo ev keraset neyê serê min, min her roj dia dikir."
Nûrûl Amîn Nobî Huseynê (25) mêrê Nûr Qaîdayê got ku ew çend meh berî xanima xwe çû Maungdawa bajarê Myanmarê da ku ji vir derbasî Malezyayê bibe.
Nûrûl Amîn got ku qaçaxçiyan ew jî wek xanima wî dîl girtin û serpêhatiya xwe wiha vegot: "Piştî 22 rojan ez ji kampê revîm. Niha di atolyeyeke li Alor Setarê de dixebitim. Tekane daxwaza min ew e ku ez digel xanim û lawê xwe rihet bijîm."
Nûrûl Amîn got ku dema ku ew li kampê maye dîtiye ku jinên arakanî rastî destdirêjiyê tên û wiha dewam kir: "Dema ku tarî diket erdê, pasvanan ji kampê qîz bi erdê ve kaş dikirin û dibirin cihekî din. Qîz li wir rastî destdirêjiyê dihatin. Qîjîn û dengê girîna qîzan dihat me; lê me nikaribû em ji bo wan tiştekî bikin."
Misilmanê arakanî ku "bêdewlet" tên qebûlkirin, bi qanûna di sala 1982yan de hatibû qebûlkirin ve ji mafên welatîbûnê bêpar mabûn. Rewşa wan meha borî bi trajediya koçberan ve hatibû rojeva dinyayê jî. Her sal bi hezaran misilmanên arakanî, ji bo xwe ji cudakarî û çewisandinê xilas bikin, mecbûr dimînin ku welêt biterikînin, lê dikevin dehfikên qaçaxçiyên însanan.