HEWLÊR
Seroka Konseya Jinan a Herêma Kurdistana Iraqê Pexşan Zengeneyê destnîşan kir ku hin jinên êzdî yên di destê DAEŞê da nehatine xilaskirin.
Zengeneyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Hemû jinên êzdî yên di destê DAEŞê da nehatine xliaskirin. Qederê hezar jinên êzdî di destê DAEŞê da ne. Ji bo rizgarkirina wan xebatên me dewam dikin."
Zengeneyê diyar kir ku hewl didin ciyên jinên êzdî fêr bibin û wiha got: "Li Sûriyeyê ne yan li dereke din in em nizanin. Em dixwazin ciyê wan hîn bikin. Herêma Kurdistanê ji ber qeyrana aborî û siyasî têra xwe eleqedar nabe."
Zengeneyê destnîşan kir ku serî li Neteweyên Yekbûyî xistin ku tecawiza DAEŞê ya li dijî jinên êzdî wekî "sûcê komkujiyê" were qebûkirin û wiha xeberda: "Divê Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropayê û raya giştî ya navneteweyî di vî warî da ji Kurdistanê ra bibe alîkar."
Piştî ku di 24ê tebaxê da Şingal û derdorê Şingala Mûsilê ket destê DAEŞê gelek êzdî ketin destê DAEŞê. Hatibû îdiakirin ku DAEŞ jinên êzdî wek "cariye" diemilîne û di bazaran da difiroşe. Trajediya jinên êzdî demeke dirêj di rojeva dinyayê da mabû.