05 Nîsan 2017•Rojanekirin: 05 Nîsan 2017
OTTAWA
Kanadayê, ji ber ku li Îdlibê sîlaha kîmyewî bi kar anî rejima Esed şermezar kir.
Wezareta Karên Derva ya Kanadayê li ser navê Wezîr Chrystia Freelandê daxuyaniya nivîskî da.
Di daxuyaniyê da êrîşa li Îdlibê wek wehşet hat nîşandan û wiha hat gotin:
"Me xeber hilda ku li Îdliba bajarê Sûriyeyê li dijî sivîlan sîlahên kîmyewî hatine bikaranîn û zarok hatine kuştin, em ji ber vê gelekî ber xwe ketin û hêrs ketin. Hê agahiyên êrîşê tam eşkere nebûne lêbelê ev dişibe karê rejima wehşî ya ku berê jî li dijî gelê xwe sîlahên kîmyewî bi kar anîbû. Heke di lêkolînan da eşkere bibe ku sîlahên kîmyewî hatine bikaranîn îhtimala şirîkbûna aştiya potansiyel ya rejimê ew ê zeyîf bibe.
Ez ê tevlî konferansa "Siberoja Sûriyeyê" ya ku li Brukselê bê lidarxistin bibim û ji bo şerê li Sûriyeyê dewam dike çareseriyeke siyasî ya mayînde pêşniyaz bikim. Dibê em êdî hewcedariyên bi milyonan gelê herêmê bibînin."