Abdullah Tel
15 Tebax 2020•Rojanekirin: 15 Tebax 2020
Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Mike Pompeo diyar kir ku Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî (KENY) pêşniyaza biryara tê xwestin ku bila embargoya çekan a li ser Îranê dewam bike, red kir.
Pompeo di daxuyaniya nivîskî weşand da ragihand ku karê KENYê ew e ku di qada navneteweyî da aştî û ewlehiyê bibe serî û wiha pê da çû: "Di mijara aştiya navneteweyî û ewlehiyê da bêbiryardariya KENYê nayê efûkirin. KENY îro wezîfeya xwe ya herî sereke bi cih neaniye."
Di berdewamiya daxuyaniyê da Pompeo destnîşan kir ku qewlê embargoya çekan a li ser Îranê red kirin ji bo Îrana 10 salî zêdetir e nikare çekan bistîne û bifiroşe rê vekir.