Sarp Özer
01 Tebax 2022•Rojanekirin: 02 Tebax 2022
Wezarata Parastina Neteweyî (WPN) daxuyand wan li hev kir ku keştiya ewil a dan û dexl lêbarkirî ji Bendera Odesayê ya Ukraynayê di saet 08.30î da bi rê bikeve.
Di daxuyaniya Wezaretê da hat gotin piştî ku Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar bi wezîrên din ra hevdîtin kir û Navenda Kordînasyona Hevpar xebatên xwe pêk anî bi hevparî biryar hat dayîn ku keştiya ewil a dan û dexl lêbarkirî ji Bendera Odesayê ya Ukraynayê di saet 08.30î da bi rê bikeve.
Hat gotin keştiya bi navê Razonî ya lazût lêbarkirî û alaya Sîerre Leoneyê li ser e wê here Lubnanê.
Hat destnîşankirin di navbera Tirkiye, Federasyona Rûsyayê, Ukrayna û Neteweyên Yekbûyî da di 22yê Tîrmeha 2022yan da peyman hatibû îmzekirin ku ji benderên Ukraynayê xwarin, dan û dexl bi ewlehî bên sewqkirin.
Hat daxuyandin li gor vê peymanê keştiya ewil û keştiyên din wê li gor vê korîdorê û rêbazê wê sewqiyatê bikin.