DAVOS
Arîkarê Serokomarê Iraqê Iyad Ellawî got ku koalîsyona navneteweyî ya di bin serkêşiya DÎŞIyê de di têkoşîna li dijî DÎŞIyê de kêrî tiştekî nayê.
Ellawî beşdarî civînên Forûma Aboriyê ya Cîhanê ya ku li Davosa bajarê Swîsreyê tên kirin, bû û bersiva pirsên nûçegihana AAyê da.
Ellawî qal kir ku di têkoşîna bi DÎŞIyê re de yekîtî hewce dike û got "Lê belê mixabin stratejiyeke hevgirtî ya ku her kes wê qebûl dike, tune." û da zanîn ku DÎŞI hêzdartir bû û rast nîne ku kontrola xwe ya li Iraq û Sûriyeyê winda kiriye û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Koalîsyona navneteweyî ya di bin serkêşiya DYAyê de di têkoşîna li dijî DÎŞIyê de kêrî tiştekî nayê. DÎŞI hêzdartir dibe. Bi bombebarana kozikên DÎŞIyê pirsgirêk nayê çareserkirin. Têkoşîna bi DÎŞIyê re divê li ser îstixbarat, hêzên taybet û berî her tiştê ji aliyê îdeolojîk ve di astên cuda de bê kirin."
Iyad Ellawî li ser pirsa "Xebatên ji bo ji destê DÎŞIyê paşvesitandina Mûsilê di çi astê de ne?" got "Pevçûn berdewam dikin û Mûsil hê jî di destê DÎŞIyê de ye."
Arîkarê Serokomarê Iraqê Ellawî got ku Herêma Kurdistana Iraqê dê bixwaze ku di dawiya dawî de bibe welatekî serbixwe lê niha wext ne wextê vê yekê ye û ev yek ji bo niha rast nîne.
Ellawî got "Ez wisa bawer dikim ku heke di mijarên derxistina neftê û parvekirina dahatên neftê de li hev bikin û kurdan bikin yek ji parçeyên Iraqê dê ew dev ji fikra serxwebûnê berdin."