Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Barack Obama der heqê têkoşîna bi DAEŞê re de wiha got: "Têkoşîna bi DAEŞê re kampanyayeke dem dirêj e. DAEŞ firsendan digere û bi çalak e. Li axên Iraq û Sûriyeyê di nav sivîlan de sîpergirtiye û bi cih bûye. Ji bo ku koka wan biqele wext lazim e."
Obama li Pentagona Wezareta Parastinê ya DYAyê bi ekîba ewlehiya neteweyî re civîna ku mijara wê têkoşîna bi DAEŞê re bû kir. Ji ekîba ewlehiya neteweyî Wezîrê Parastinê Ashton Carter, Serokê Sererkaniyê Martîn Dempsey, Şêwirmenda Ewlehiya Neteweyî ya Qesra Spî Susan Rîce û Fermandarê Hêzên Navendî ya DYAyê (CENTCOM) Orgeneral Lloyd Austîn jî di nav de 35 rayedar beşdarî civînê bûn.
Serokê DYAyê Obama bi bîr xist ku ji bo têkoşîna bi DAEŞê re şirîkên wan ên erep jî di nav de ji 60î zêdetir dewlet hene û ragihand ku di civînê de qala stratejiyên dijî rêxistinê kirin û dikarin çi bi rêxistinê bikin niqaş kirin.
Obama destnîşan kir ku têkoşîna bi DAEŞê re di demeke kurt de bi dawî nabe û kapmanyayeke dem dirêj e û wiha pê de çû: "Têkoşîna bi DAEŞê re kampanyayeke dem dirêj e. Li axên Iraq û Sûriyeyê di nav sivîlan de sîpergirtiye û bi cih bûye. Ji bo ku koka wan biqele wext lazim e."
- "Me dît ku rêxistin têk diçe"-
Obama got ku hêzên koalîsyonê ji bo qelskirin û ji holêrakirina rêxistinê alîkariya perwerdehiyê û piştgiriya ji hewayê de dide lê "karê esil" yê hêzên herêmî ye û wiha pê de çû: "Li hin deran pêşketin pêk tê, lê carinan li hin deran têk diçin. Ji 5 hezarî zêdetir êrîş hatin kirin û di wan êrîşan de bi hezaran milîtanên rêxistinê hatin kuştin, baregeh, teçhîzat û kampên wan ên perwerdehiyê ji holê rabûn. Dema meriv li sala dawîn dinêre dibîne ku heke şirîkekî me yê bi tesîr hebe têkbirina DAEŞê mimkun e. DAEŞ li Bendava Mûsilê, li çiyayên Şingalê û Tîkrîtê têk çû. Qismekî derên ku li Iraqê bidest xistibû jî jê hatin rizgarkirin. Gelek milîtanên DAEŞê li Kobanê, Girê Spî û Rakka û bajarên li bakûrê Sûriyeyê hatin kuştin. Ev hemû yek jî qelsbûna stratejîk a DAEŞê nîşanî me dide."