Kontrola herêma Tel Abyadê ya Sûriyeyê ya ku li hemberê navçeya Akçakaleyê ye, ket destê komên kurdan.
Piştî ku hêzên koalîsyona di serkêşiya DYAyê de êrîşên asîmanî birin ser herêmê, Sûriyeyiyan xwe spartin Tirkiyeyê û li ser vê jî komên kurdan ketin Tel Abyadê û kontrola bajêr kirin destê xwe.
Hêzên kurdan li rojavayê herêmê yê ku pevçûn lê naqewime alaya xwe vekirin. Komên ku deriyê sînor bi dest xistin, li Tel Abyadê bi wesayîtên leşkerî yên çekdar ve li ser xeta sînor dewriye davêjin. Li avahiya gumrukê ya li herêmê jî nîşanvanên jîr pozîsyona xwe hildan.
Du endamên DAEŞê yên ku hatin ser sînorê Tirkiyeyê, teslîmê hêzên ewlekariyê bûn.
Ji hêla din, çavkaniyên herêmî îdia kirin ku li herêmên hundirê Tel Abyadê de pevçûn didomin.
Hêzên ewlekariyê jî li ser xeta sînor tevdîrên xwe xurt kirin û ji bo ku sivîl ji sînor dûr bi kevin, anons kirin.
Di nava 15 rojên dawîn de ji zêdetirî 20 hezar Sûriyeyî ji ber pevçûnan xwe spartibûn Tirkiyeyê.