QAHÎRE - Kemal Öztürk
Misir rojên dîrokî dijî. Piştî derbeya leşkerî ya 3yê tîrmehê li welêt tevlîhevî didome.
Çalakiyên berxwedanê yên Partiya Azadî û Edaletê ku 28ê hezîranê dest pê kiribûn, didomin. Di vê navberê de çavê dinyayê li Meydana Rabîatul Adewiyê ye. Bi mîlyonan xwepêşandêr diyar dikin ku heta Serokomarê bijartî yê yekemîn Muhammed Mûrsî neyê berdan dê ji meydanê dernekevin.
Xwepêşandêren li Meydana Rabîatul Adewiyeyê, pêşî piranî endamên Partiya Azadî û Edaletê bûn lê roj bi roj rengê vê yekê guherî û dijberên derbeyê berê xwe dan meydanê. Guherîneke balkêş jî ew e ku berê piranî zilam beşdarî çalakiyan dibûn lê niha ne tenê bav û kûr, hemû malbat wek "çalakvan" tên meydanê.
Malbat tevî zarokên xwe beşdarî çalakiyan dibe û bi taybetî jî jinên digel zarokên xwe li meydanê dîmenên xweşik derdixin holê. Hin malbat di nav xwe de komên piçûk ava dikin, bi stran û sloganan derbeyê şermezar dikin.