30 Îlon 2016•Rojanekirin: 01 Cotmeh 2016
GAZÎANTEP/HELEB
Komeke sûriyeyiyên ku ji ber şerê navxweyî ji welatê xwe revîbûn û xwe sipartibûn Tirkiyeyê û piştî ku di çarçoveya Herekata Mertalê Feratê da Cerablus ji DAEŞê hat paqijkirin vegeriya Sûriyeyê.
Vegera welatiyên Sûriyeyê yên ku ji ber şerê navxweyî ku ev 6 sal e li welatê wan dewam dike revîbûn û xwe sipartibûn Tirkiyeyê didome.
Qeydên penaberên Sûriyeyî li navçeya Qarqamişê ji aliyê Walîtiya Gazîentabê va hatin çêkirin û tîmên Midûriyeta Bajêr a Îdareya Koçê jî çavdêriya wan kir.
Penaberan bawol û eşyayên xwe hildan ba xwe û hatin Deriyê Sînor ê Qarqamişê û piştî kontrolan derbasî Cerablusê bûn.
Abîr Batran daxuyand ku ew piştî 2 salan vedigere welatê xwe, li hêviya vê rojê bû û gelekî kêfxweş bûye. Batran got ku ew ji mala xwe gelekî xerîb bûbû û ji ber vê ji kesên ku ji wan re bûn arîkar ra spas kir.