HEWLÊR
Elî Bapîrê Serokê Partiya Civaka Îslamî (Komel) a li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) diyar kir dixwazin ku kurdên li Tirkiyeyê bigêhêjin şert û mercên baştir û wiha got: "Lê belê divê ev yek bi rêya şîdet û çekan nebe. Bi ya me hilbijartin û sindoq rêya herî baş e."
Bapîr ji ber ku di Kongreya Asayî ya 3yemîn a partiya xwe ya ku di 30yê gulanê hat lidarxistin de ji nû ve wek serok hat hilbijartin, li Serokatiya Bajêr a Hewlêrê civîna çapemeniyê li dar xist. Bapîr di civînê de siyaseta ku dê ji niha pê ve bikin û der barê hilbijartinên li Tirkiyeyê de nirxandin kir.
Bapîr diyar kir ku "Pêvajoya Çareseriyê" û hilbijartinên 7ê hezîranê ji nêz ve dişopînin û wiha xeberda: "Em dixwazin ku kurdên li Tirkiyeyê bên asteke baştir lê belê kurd divê mafên xwe bi rêya şîdet û çekan nestîne. Bi ya me hilbijartin û sandiq rêya herî baş e. Di navbera kurd û tirkan de ji bilî lihevkirinê tu alternatîfeke din tune."
Bapîr li ser êrîşên DAEŞê sekinî û got ku rêxistina terorê ya ku Iraq û Sûriye di bin tesîra wê de komeke jirêderketî û di rêya batil de ye. Bapîr qal kir ku îslam dînê xweşbînî û aştiyê ye, rêxistineke terorîst a wekî DAEŞê ya ku her kesê dikuje beriya her tiştê dijminê misilmantiyê ye.
Bapîr der barê hewla serxwebûnê ya Mesûd Barzaniyê Serokê HKIyê de jî dubare kir ku "Serxwebûn mafê tabiî yê kurdan e" û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Lê belê heke dîplomasiyeke me yê baş, hêzeke me ya eskerî ya neteweyî, di navbera aliyên siyasî de yekîtî hebe û bêedaletê divê ji holê bê rakirin. Serxwebûn piştî ku ev hatin pêkanîn encax çêdibe. Ev realîteyek e."
Bapîr diyar kir ku divê nîqaşên der barê maweya peywira Mesûd Barzanî de ji aliyê parlementoyê ve bên çareserkirin.
Bapîr da zanîn ku piştî kongreyê 12 birêvebirên partiyê guherîn û meclisên siyasî, teblix, damezrîner û çavdêr û "daîreya hêrêmên bipirsgirêk" ava kirin û wiha axivî: "Teblîx jî faliyeteke siyasî ye. Tu qeneateke wekî cudakirina xebatên îslamî û xebatên siyasî çênebû. Me ji bilî van der barê kontenjana jinan û bernameya partiyê de hin tiştên nû anîn."
Partiya Civaka Îslamî (Komel) di sala 2001an de ji aliyê Elî Bapîr û hevalên wî yên nêz ên ku ji Partiya Tevgera Îslamî (Bizotnawa) veqetiyan ve hat avakirin. Partiyê heta niha 3 kongre li dar xistin. Bapîr di hemû kongreyan de wek serok hat hilbijartin.