WASHINGTON
Kurê Alîkarê Serokê Amerîkayê Joe Bîden, Beau Bîden ji ber pençeşêra mêjî mir.
Bîden got ku ew ji ber mirina kurê xwe pir xemgîn e û kurê wî heta mirina xwe her tim alîkariya mirovan kiriye.
Bîden wiha axivî: "Ew bimre jî rihê wî her tim wê bi me re be. Ew parezerekî ciwan bû. Ji bo ku li Kosovayê hiqûq bi ser bikeve xebitî, di şerê Iraqê de jî ew bû xazî. Ew mêrekî baş, bavekî baş û birayekî baş bû. Di malbata me de mirovê herî baş ew bû."
Serokê Amerîkayê Barack Obama jî ji ber mirina Beau Bîden daxuyaniyeke nivîskî weşand û xemgîniya xwe anî zimên.
Obama di daxuyaniya xwe de wiha got: "Beau mirovekî bi hêz bû. Xwedê, wî biparêze û sebrê bide malbata wî."
Beau Bîden demekî li Delawareyê wek Serdozger xebitî. Kurê mezin ê Joe Bîden bû. Ev çend sal bûn ku ji bo pençeşêrê tedawî didît. Di sala 2008an de li Iraqê jî xebitî. Bîden 46 salî bû.