20 Gulan 2020•Rojanekirin: 21 Gulan 2020
Nobeta dayikên Diyarbekirê yên ku bi hêviya bigihîjin ewladên xwe yên bi xapandin revandine serê çiyê li pêş avahiya Serokatiya Bajêr a HDPê dabûn destpêkirin, didome.
Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê îlonê da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 260emîn.
Solmaz Ovunç a ku ji Wanê bo kurê xwe Baranê 5 sal berê hêj 15 salî revandine serê çiyê hatiye û di çalakiyê da ye got ku ew dixwaze bigihîje ewladê xwe.
Ovunçê bangî kurê xwe kir û got: "Ewladê min ewder cihê te nîne. Were qelem çêtir li destê te tê kefen bi te nakeve. HDPê kurê min xapand. Çi heqê wan heye vê zilmê li me dikin. Ez heta ewladê xwe nebim ji vê derê naçim."
Dayika bi derd û keser bi bîr xist ku heta niha 13 kes hatin bê ceza û pirsgirêk teslîmî malbatên xwe bûn û wiha domand: "Kurê min were ew ji ser xwîna we kêf dikin. Were teslîmî edaletê bibe. Bavê te nexweşe berî bimire were bibîne."
- "Ez ê hewla xwe heta dawiyê bidomînim"
Şevket Bîngolê ji bo kurê xwe Tuncay di nobetê da ye got ku kurê wî bi navbeynkariya HDPê birine serê çiyê û wiha dewam kir: "Ez heta kurê xwe ji HDPê nestînim naçim. Ez ê hewla xwe heta dawiyê bidomînim. Bila were û li welatê xwe bimire. Heke dengê min tê te û awyek gihîşt te nesekine li wan deran bireve were."