Önder Beyter
31 Gulan 2018•Rojanekirin: 01 Hezîran 2018
MOSKOW
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Derva ya Rûsyayê da hat destnîşankirin ku Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Sergey Lavrov li Pyongyanga paytextê Koreya Bakur ligel Lîderê Koreya Bakur Kim Jong-un civiya.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku di hevdîtinê da peywendiyên dîplomatîk ên Rûsya û Koreya Bakur ku ketiye 70 saliya xwe û herwiha hevkariya di navbera herdu welatan da hatin gotûbêjkirin.
Di hevdîtina Lavrov û Kim ku ji bo cara yekemîn bi awayekî fermî rûniştin da Lavrov, Kim dawetî Rûsyayê kir.
- Lavrov li Pyongyangê bi hemtayê xwe ra hat cem hev
Li gorî ajansa nûçeyan Rûs Ria, Lavrov li Pyongyangya paytextê Koreya Bakur ligel hemtayê xwe Ri Yong Ho hevdîtin pêk anî. Di civîna çapemeniyê ya piştî hevdîtinê da Lavrov der heqê mizakereyên Koreya Bakur û Amerîkayê da nirxandinên xwe anîn ziman.
Lavrov diyar kir, mafê wan nîne ku tevlî hevdîtinên Koreya Bakur û Amerîkayê bibin, lê ew amade ne ku piştgiriya peymanên li gorî berjewendiya hemû aliyan in, bikin.
Lavrov bal kişand ku Mosko çawa ku ji peywendiya Washington û Pyongyangê xweş e, bi heman awayî ji peywendiya Pyongyang û Seulê jî xweş. Lavrov got ew hêvî dike ku mizakere bi ser bikevin.