Nihat Kavşut
01 Tebax 2019•Rojanekirin: 02 Tebax 2019
Li Gucarata eyaleta Hindistanê di qeza û afatên ji ber barana gur çêbûn da 6 kes mirin.
Li gor nûçeya Hindustan Timesê rayedaran destnîşan kirin ku li Vadodaraya bajarê eyaleta Gucaratê di qeza û afatên ji ber barana gur çêbûn da 6 kes mirin.
Li gor agahiyên rayedaran ji ber barana gur balafirgeha li Vadodarayê hatiye girtin û seferên gelek trênan jî hatin betalkirin û taloqkirin.
Li gor agahiyan ji ber lehiyê li Vadodarayê îro dibistan tunene.
Vijay Rûpaniyê Serokê Eyaleta Gucaratê destnîşan kir li hin hêrêmên eyaletê hê jî baran dibare.