Fatih Gazioğlu
06 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 07 Cotmeh 2018
NEW YORK
Leon Ledermanê xwediyê Xelata Nobelê ya Fizîkê ku demekê ji ber mesrefên tenduristiyê xelata xwe firotibû, mir.
Carr Ledermana jina wî ya 37 salan daxuyanî da û got ku mêrê wê 2 roj berê li Rexburga eyaleta Idahoyê li navenda xwedîkirinê miriye.
Leon Lederman di sala 1988an ji ber xebatên wî ya li ser perçeyên atomê a ku navê wê "muon notrîno" bû Xelata Nobelê ya Fizîkê ligel 2 kes din qezenc kiribû.
Leon Lederman di sala 2015an ji ber mesrefên tenduristiyê xelata xwe bi 765 hezar dolarî firotibû û Lederman 96 salî bû.