QUDIS
Li Rojhilatê Qudsê, Îsraîlê avahiyeke ku hê jî çêkirina wê temam nebibû, bi hinceta ku "bêrûhsat" e hilweşand û leşkerên Îsraîlê di bûyeran vê navê qewimîn da 4 filistînî birîndar kirin.
Li gor agahiyên ku ji çavaniyên herêmî hatin hildan, leşkerên Îsraîlê bi bûldozeran çûn taxa Wadî Hûlwa ya ku li semta Sîlwanê ye û înşaeta xaniyê duqatî ya malbata Ebû Xalid hilweşand. Leşkerên Îsraîlê gava ku avahî dihat hilweşandin mudaxaleyî ferdên malbatê jî kir û 4 ferdên malbatê birîndar kirin. Hat ragihandin ku yek ji birîndaran pîra 70 salî ye.
Leşkerên îsraîlê carinan davêjin ser malên filistîniyan û bi hinceta ku xaniyên wan bêrûhsat in an xaniyan wan bi bûldozeran hildiweşînin an jî bi bombeyan wêran dikin. Filistînî diyar dikin ku ev hemû tevgerên Îsraîlê "perçeyek ji plana wan a çewisandinê ye."