Hêzên afganan li hember milîtanên Talibanê li herêmên cuda operasyon li dar xistin. Hat ragihandin ku di operasyonan de 53 milîtanên Talibanê hatin kuştin.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Navxweyî ya Efganistanê, di nav 24 saetên dawîn de li bajarên Badahşan, Kandahar, Zabul, Uruzgan, Helmand, Farah û Nangarharê operasyon hatin li dar xistin. Di operasyonan de 44 milîtan hatin kuştin û 73 milîtan jî birîndar bûn.
Hat diyarkirin ku di operasyonan de gelek çek û cebilxane hatin bi dest xistin û 9 leşkerên afganan jî mirin.
Dîsa hat diyarkirin ku 43 bombeyên ku Talibanê li ser rê bi cih kiribûn jî îmhe kirin.