Türkan Tosun
17 Rêbendan 2021•Rojanekirin: 18 Rêbendan 2021
Li parzemîna Afrîkayê hejmara pêketiyên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) derket 3 milyon û 251 hezar û 235an.
Li gor malpera "Worldometer"ê ya ku daneyên rojane yên Kovîd-19ê yên li welêt û herêman berhev dike, li tevahiya parzemînê 78 hezar û 413 kes ji ber vîrusê mirin.
Li Afrîkayê hejmara pêketiyan derket 3 milyon û 251 hezar û 235an, hejmara pêketiyên ku baş bûn jî derket 2 milyon û 661hezar û 465an.
Li parzemînê herî zêde li Afrîkaya Başûr, Fas, Tunis û Misirê mirî û pêketî hene.