İbrahim Atmaca
13 Îlon 2020•Rojanekirin: 14 Îlon 2020
Li parzemîna Afrîkayê jimara pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19), ji milyonek û 350 hezarî derbas bû.
Li gor malpera "Worldometer"ê ku daneyên rojane yên mirî û pêketiyên Kovîd-19ê yên li welêt û herêman berhev dike, li tevahiya parzemînê jimara kesên ku di 24 saetên dawîn da vîrus kişiya wan 7 hezar û 494 zêde bû û derket milyonek û 352 hezar û 693yan.
Jimara kesên ku ji ber şewbê mirin 146 zêde bû û derket 32 hezar û 556an.
Ji ber Kovîd-19ê heta niha herî zêde mirin li Komara Afrîkaya Başûr çêbû. Li Komara Afrîkaya Başûr 15 hezar û 427 kes mirin, li Misrê 5 hezar û 627 kes mirin, li Cezaîrê 1605 kes mirin.
Li Morîtyusê pêketiyên Kovîd-19ê nemane, li Seyşelê û Erîtreyê heta niha kes nemiriye.
Li Komara Afrîkaya Başûr jimara pêketiyan derket 648 hezar û 214an, dû vî welatî ra bi 100 hezar û 856 pêketiyan va Misir, bi 84 hezar û 435 pêketiyan va Mexrib tê.
Li Afrîkayê jimara rehetbûyên ji Kovîd-19ê jî miyonek gihişt 96 hezar û 779 kesan.