BERLÎN
500 kesên ku îdîa dikirin li Morîtzplatz tundiya dewletê zêde dibe, di saet 22.00an de dûrişme berz kirin û xwestin bimeşin lê polês hatin cihê bûyêrê û kolan ji trafîqê re girtin. Polêsan dora çalakvanan dorpêç kir û li ser kesên gumanbar lêgerîn kir û hin çalakvan hildan binçav. Di vê heyamê de di navbera polês û çalakvanan de pevçûn derket.
J ber çalakiyê hezar û 800 polês hatin cihê bûyêrê û çalakvan belav kirin. Di bûyêrê de 18 kes hatin binçavkirin.