Nihat Kavşut
09 Sibat 2018•Rojanekirin: 10 Sibat 2018
WASHINGTON
Li Amerîkayê hikûmeta federal ji ber ku Kongreyê beriya dema budçeya berwext ya dawîn kuta bibe nekarî budçeyeke nû qebûl bike îsal cara duyemîn bi qismî hat girtin.
Hikûmeta federal heta ku budçeyeke nû bikeve rewacê ji xeynî xizmetên acîl hemû xebat û xizmetên xwe dan sekinandin.
Bi milyonanan welatiyên Amerîkayê ku ji bona hikûmeta federal dixebitin yan wê bêpere bixebitin yan jî derkevin betlaneya mecbûrî.
Li gor saeta Washingtonê di 00.00an da dema budçeya berwext ya çaremîn ku pê xebatên saziyên kamuyê ya federal tên meşandin temam bû.
Ji ber ku Kongreyê heta vê saetê pêşnûmaya budçeyeke nû derbas nekir hikûmeta federal destûra xwe ya xerckirinê wenda kir û di 9ê sibatê da ji xeynî xizmetên acîl hemû xebat sekinîn.
Di dîroka Amerîkayê da ev cara bîstemîn û di dema Donald Trumpê Serokê Amerîkayê da ev cara duyemîn ku rewşeke wiha çêdibe.