Önder Beyter
08 Nîsan 2019•Rojanekirin: 10 Nîsan 2019
Li eyaleta Florida ya Amerîkayê marê pîton ê Birmanyayê ku 5,2 metre dirêj e û di zikê wê da 73 hêk hene hat girtin.
Li gorî nûçeya CNNê, lêkolîneran ragihand, marê pîton ku qedera 64 kîlogram giran û 5,2 metre dirêj e, li başûrê Floridayê li herêma Everglades hat dîtin.
Zanyaran destnîşan kir, marê ku di zik da 73 hêk hene, bi eslê xwe cinsekê ji Asyaya Başûr e û herwiha iqlîma tropîk a li herêma Evergladesê ji bo marên pîton gelekî guncan e.
Rayedarên jiyana kovî diyar kirin ku ew texmîn dikin, li dehlên li dervayî Miamiyê qedera 100 hezar pîton dijîn ku divê nifûsê van maran bê kontrolkirin.
Hat diyarkirin, pîtonê ku hat girtin dê ji bo hin lêkolînan bê emilandin.