Türkan Tosun
14 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 14 Berfanbar 2017
ANKARA
Rêxistina Doxtorên Sînornenas (MSF) daxuyand li Arakana eyaleta Myanmarê di operasyonên ku artêşê ya ku ji meha tebaxê pê va da destpêkirin de herî kêm 6 hezar û 700 misilman di nav meha ewil de hatin kuştin.
Li gor nûçeya BBCyê, MSFyê der barê penaberên li Bangladeşê de lêkolînek kiriye û li gor wê di navbera 25ê tebaxê û 24ê îlonê de li Myanmarê 9 hezar misilmanên ji Arakanê hatine kuştin. Ji van herî kêm 6 hezar û 700 kes ji ber bûyerên tundiyê bûne qurban.
MSFyê daxuyand ku li gor texmîna wan ji van 6 hezar û 700 kesan jê ji sedî 69ên wan bi guleyan, ji sedî 9ê wan bi şewitandinê, ji sedî 5ê wan jî bi lêdanê hatine kuştin.
Rêxistinê got ji misilmanên ku hatine kuştin temenê 730 kesan ji 5an biçûktir e. Ji van zarokan ji sedî 59ê wan bi guleyan, ji sedî 15yê wan bi şewitandinê, ji sedî 7ê wan bi lêxistinê, ji sedî 2yê wan jî bi pêlkirina mayinan mirine.
Li gor lêkolînê 647 hezar misilmanên ji Arakanê derbasî Bangladeşê bûne û saziyên alîkariyê divê zêdetir xwe bigihînin Arakanê.
- Li dijî mislimanên ji Arakanê paqijiya neteweyî
Li gor rapora Neteweyên yekbûyî, ji 25ê tebaxê vir da hejmara mislimanên ji Arakanê yên ku ji ber zilm û qetlîamên li Myanmarê direvin û derbasî Banladeşê dibin gihîşte 626 hezarî. Tê gotin ku bi hezaran mislimanên ji Arakanê yên ku gundên wan hatin şewitandin tên qetilkirin.
Di êrîşên ku artêşa Myanmarê vegerande paqijiya neteweyî da kêmzêde 300 gund bi destê artêşê û bûdîstên fanatîk hatin şewitandin, ji 600 hezarî zêdetir misliman ji çil û çiya û behrê ra revîn û derbasî Bangladeşê bûn, bi dehan hezarî misliman jî li rê digerin ku birevin. Tê texmînkirin ku di salên 1970yan da kêmzêde 2 milyon misliman dijîn, piştî êrîşên sîstematîk û revê hejmar dakete binê 350 hezarî.