Abdullah Tel
09 Mijdar 2018•Rojanekirin: 10 Mijdar 2018
MELBOURNE
Hat ragihandin ku li Awistralyayê bi lerza 5an erdhej qewimî.
Li gor daneyên Navenda Lêkolîna Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) li nêzî Gola Muîr a girêdayî eyaleta Awistralyaya Rojava, 10 kîlometre di bin erdê da lerz hat qeydkirin.
Piştî erdheja bi lerza 5an der heqê zirar û ziyana ku gihîşt can û mal da tu agahî nehat parvekirin û Buroya Meteorolojiyê ya Awistralyayê di daxuyaniya xwe da ragihand ku talûkeya tsûnamiyê tuneye.
Hat ragihandin erdhej berdestê sibehê zû qewimî û li bajaroka Kojonupê ya ku 150 kîlometre ji navenda erdhejê dûre û der û dora wê jî hat hîskirin.