BRUKSEL
Li gelek bajarên Belçîkayê li dijî şervanên ku ji Sûriyeyê hatine bi gumana ku di nav hewldanê da ne ku êrîş bikin elerma talûkeyê ji 2yan derxistin 3yan.
Li derdora Brukselê û bajarê Vervîesê polêsan li ser îstixbaratê avêt ser hin navnîşanan. Li Vervîesê di sergitina polêsan da 3 gumanbar bi polêsan ra pev çûbûn û ji gumanbaran 2 kes miribûn û kesek jî hatibû binçavkirin.
Serokwezîr Charles Mîchel destnîşan kir ku wê tevdîrên ewlehiyê zêde bikin.
Wek mayîn dibistanên cihûyan ên li Anvers û Brukselê ji bo ewlehiyê îro navber dan perwerdeyê.