Önder Beyter
26 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 27 Tîrmeh 2018
PEKÎN
Li ber Balyozxaneya Amerîkayê li Pekînê teqîn çêbû.
Peyamnêrê AAyê ku çû ciyê bûyerê, ragihand ku teqîn li ber deriyê derva yê Balyozxaneya Amerîkayê ku li ser Kolana Tîenzî Lu ye, çêbû.
Ji ber teqîna ku nebû sedemê ziyaneke mezin, polêsan ciyekî fireh hildan bin kordonê.
Gelek mensûbên çapemeniyê hatin ciyê bûyerê, lêbelê polêsan bersiv neda pirsên wan.
Organa weşanê ya Partiya Komunîst a Çînê "Global Times"ê jî di nûçeya xwe da "polêsan, jineke ku benzîn valayî ser xwe kir da ku xwe bişewitîne, ji herêmê dûr xist" nivîsî.
Şahidên bûyerê li ser medyaya civakî di parvekirinên xwe da diyar kiribûn ku li ber balyozxaneyê teqîn çêbû û ji herêmê dûyekî reş bilind dibe.
Hatibû destnîşankirin ku wesayîtên polêsan jî dora bînaya li rojhilatê bakurê Pekînê girt.