BEYRÛT
Hat ragihandin ku li başûrê paytexta Lubnanê teqînek çêbû 37 kes birîndar bûn.
Rêxistina Xaçasor ya Lubnanê daxuyanî da ku li başûrê Beyrûdê, li herêma Bi'r el-Abda Dahiyeyê de teqînek çêbû. Di teqîna ku li otoparka "Navenda Hevkariya Îslamî" ya ku girêdayê Hîzbûllahê ye pêk hat de 37 kes birîndar bûn.
Hat zanîn ku li cihê bûyerê gelek wesaît şewitîn û hin avahî jî xisar dîtin.