14 Tebax 2017•Rojanekirin: 14 Tebax 2017
VAGADUGU
Li Vagaduguya paytextê Burkîna Fasoyê bi çekan ve êriş li xwaringehekê hat kirin, li gor agahiyên ewil 17 kes hatin kuştin û 8 kes jî birîndar bûn.
Remîs Dandjînuyê Berdevkê Hikûmetê û Wezîrê Ragihandinê yê Burkîna Fasoyê daxuyand ku bişev li ser kolana Vameh Kurumahê bi çekan ve êriş li xwaringehekê hatiye kirin.
Di êrişê de yek jê tirk 17 kes hatine kuştin, 8 kes jî birîndar bûne.
Wezîr Dandjînu got ev êrişeke terorî ye.
Tu kesî hê berpirsyariya êrişê hilnedaye ser xwe.