PEKİN
Hat ragihandin ku li başûr û naverasta Çînê lehî û hezaz çêbû û di encamê de 28 kes mirin.
Li gor nûçeya Şînhûaya ajansa xeberan ev 4 rojin li başûr û naverasta welêt lehî û hezaz çêdibe û li welêt 100 xanî ji ber vê yekê hilweşiyan û di zêdetirî 200 xaniyî de jî xisar çêbû.
Hat ragihandin ku li 7 eyaletên welêt jiyana rojane ji ber lehî û hezazê asteng bû û ji bilî vê binesazî û ereziyên herêmê jî xisar dîtin.
Ji aliyê din ve hat destnîşan kirin ku bi hezaran însan jî ji cih û warê xwe terikand û endîşe dikin ku hejmara miriyan zêde bibe.