Nihat Kavşut
16 Nîsan 2016•Rojanekirin: 17 Nîsan 2016
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan: "Tirkiye û Îran ji hêla navneteweyî û herêmê va dewletên girîng in. Ji ber vê jî divê em ji bo çareserkirina terorîzm û meseleyên mezhebî ku li herêma me derketine, bi hev ra bixebitin. Divê em di serî da li Sûriye û Iraqê ji bo xebat û hewldanê çareserkirina qeyranan û sekinandina xwînê pêşengiyê bikin."
Serokomar Erdogan û Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî civîna hevpar a çapemeniyê lidarxistin.
Di civînê de Serokomar got: "Dibê em di nav xwe da diyaloga siyasî xurt bikin, tiştên ku em li ser li hev nakin jî kêm bikin û mişterekên xwe zêde bikin, eva yê kêrî welatên me bê. Dema ku em wisa tev bigerin, ji bo pirsgirêkên li herêma me çareseriyên ji derva na yên ji vê derê hazir bikin emê encamekê bi dest bixin. Wek du welatên girîng ên li herêmê berpirsiyariyeke mezin dikeve ser me, em vê dizanin."
Di danezana hevpar a ku di dawiya Civîna Sêyan a Konsêya Hevkariya Hevpar a Payebilind a ku Serokomar Erdogan û Serokomarê Îranê Ruhanî jî beşdar bûnê da bal kişandin ser girîngiya yekîtîya erdên Iraq û Sûriyeyê û hat gotin lazim e ku êrîşên terorê yên ku kom û kesan ên li van deran bên şermezarkirin, mekanîzmayên diyaloga dualî bi awayekî çalak bên bikaranîn û têkoşîna dijî terorê bê pêşxistin.
Di danezana hevpar a piştî Civîna Sêyemîn a Konseya Hevkariya Payebilinda a di bin serokatiya Serokomar Erdogan û Serokomarê Îranê Ruhanî hat kirin de hat ragihandin ku her du alî jî li ser sûcên rêxistinî yên ji bo ewlehiya aştiya navneteweyî û herêmî talûke ne, her du alî jî dizanin ku terorîzm û mezhebperestî û tiştên ji ber wan peyda dibin zirarê didin herêma wan û vê yekê qebûl dikin, di mijarên dualî û herêmî de li ser berdewamkirina guftûgoyên siyasî sekinîn û qala girîngiya wê kirin.