İbrahim Atmaca
19 Tebax 2020•Rojanekirin: 19 Tebax 2020
Li tevahiya dinyayê hejmara kesên ku şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ya li Wuhana bajarê Hubeya eyaleta Çînê derket holê û kişiya wan, ji 22 milyon û 322 hezarî derbas bû.
Li gor "Worldometer"a malpera înternetê ya ku agahiyên li ser Kovîd-19ê berhev dike, li tevahiya dinyayê heta niha 784 hezar û 653 kes ji ber şewbê mirin.
Jimara pêketiyan derket 22 milyon û 322 hezar û 205an, 15 milyon û 62 hezar û 975 kesên ku vîrus kişiyabû wan jî qenc bûn.
Li ser rûyê dinyayê 6 milyon û 474 hezar û 577 kesên ku vîrus kişiyaye wan û tedawiya wan hê dewam dike, hene.
Welatê ku mirin û pêketiyên wê herî zêde ne, Amerîka ye. Li Amerîkayê hejmara pêketiyan derket 5 milyon û 656 hezar û 204an û ji ber şewbê heta niha 175 hezar û 87 kes jî mirin.
Ji bilî Amerîkayê welatên ku ji 250 hezarî zêdetir pêketiyên Kovîd-19ê lê hene ev in:
"Brezîlya (3 milyon û 411 hezar û 872), Hindistan (2 milyon û 768 hezar û 670), Rûsya (937 hezar û 321), Afrîkaya Başûr (592 hezar û 144), Peru (549 hezar û 321), Meksîka (531 hezar û 239), Kolombiya (489 hezar û 122), Şîlî (388 hezar û 855), Îspanya (384 hezar û 270), Îran (347 hezar û 835), Îngiltere (320 hezar û 286), Arjantîn (305 hezar û 966), Erebistana Siûdî (301 hezar û 323), Pakistan (290 hezar û 445), Bangladeş (282 hezar û 344), Îtalya (254 hezar û 636) û Tirkiye (251 hezar û 805)."
Ji bilî Amerîkayê li welatên ku jimara miriyan ji 10 hezarî derbas bûne, wiha ne:
"Brezîlya (110 hezar û 19), Meksîka (57 hezar û 774), Hindistan (53 hezar û 26), Îngiltere (41 hezar û 381), Îtalya (35 hezar û 405), Fransa (30 hezar û 451), Îspanya (28 hezar û 670), Peru (26 hezar û 658), Îran (19 hezar û 972), Rûsya (15 hezar û 989), Kolombiya (15 hezar û 619), Afrîkaya Başûr (12 hezar û 264) û Şîlî (10 hezar û 546)."