Li Dêra Dîrokî a Êrmeniyan a Surp Gîragosê ayîn hat lidarxistin û Serpîskoposê Katolîkên Êrmenî yê Tirkiyeyê Levon Arkiepiskopos Zekiyan û Cîgirê Giştî yê Patrîkiya Êrmeniyên Tirkiyeyê Serpîskopos Aram Ateşyan tevî ayînê bûn.
Êrmenî her sal "li ser navê dêran" ayînê dikin û îsal jî li Dêra Surp Giragosê ku di sala 1377an de li Diyarbekirê hatiye çêkirin, ayîn kirin. Ayîn bi rêvebiriya Serpîskopos Zekiyan hat kirin.
Êrmeniyên welêt û derveyî welêt jî tevî ayînê bûn û beriya ayînê Zekiyan axivî û got ku divê kes kêmnetewan nepelêxe.
Zekiyan destnîşan kir, divê mirov her tim rêzê nîşanî hev du bidin û ji hev du hez bikin, lewra ya herî girîng ev e.
- "Mirovatî serkeftineke pir mezin e"
Zekiyan daxuyand ku "Beriya ku meriv bibe mensûbê dîn, mezheb, millet an jî civatekê divê meriv bibe mirov. Em tezî hatin dinê, em ê tezî herin" û wiha pê de çû:
"Em ji vê dinyayê tiştekî bi xwe re nabin dinya din. Hem li vê dinê hem li dinya dinê etîketeke din li ser me tuneye. Em li dinyayeke sînorkirî dijîn. Mirovbûyîn serkeftineke pir mezin e. Lutfa Xwedê ya herî mezin e."
Di ayînê de ji Încîlê ayet hatin xwendin û kesên ku tevî ayînê bûn jî mûm vêxistin û dia kirin.
Metropolîtê Merdîn û Diyarbekirê Salîba Ozmen jî beşdarî ayînê bû.