Haydar Şahin
11 Nîsan 2019•Rojanekirin: 12 Nîsan 2019
Li hin ciyên başûrê Terablusa paytextê Libyayê di navbera hêzên Hikûmeta Metebeqata Neteweyî (HMN) û yekîneyên General Xelîfe Hefter da pevçûn dewam dikin.
Li Eyn Zara, Sewanî û Kerimiyeya li başûrê Terablusê di navbera yekîneyên Hefter û hêzên HMNyê da şerekî mezin dewam dike.
Şahidên bûyerê dibêjin ku bi sîlahên giran şer dikin, çend roketên di pevçûnan da hatin avêtin li malên sivîlan ketin.
Dîsa şahid dibêjin ku teyareyên şer ên hê nizanin yê kê ne li herêmê difirin û êrîşî hin navendan dikin.
Hê agahî tunin ku gelo di pevçûnên ji beja û hewayê da mirî an birîndar hene an tunin.
- Hefter pevçûn dan destpêkirin
Hefterê serokê hêzên eskerî yên li rojhilatê Libyayê ji bo Terablusa paytext bi dest bixe di 4ê nîsanê da ferman dabû û li ser vê yekîneyên HMNyê li dijî wî operasyon dabûn destpêkirin.
Hêzên Hefter ketibûn herêmên Sabrata, Surman, Giryan û Esabiyeyê û paşê gihîştibûn ciyê ewlekariyê yê 27an a di navbera bajarokên Zawiye û Canzurayê da.
Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (RTD) diyar kiribû ku piştî Hefter ji bo Terablusê bistîne êrîş da destpêkirin di pevçûnên li Libyayê da di hefteyekê da 58 kes hatin kuştin û 275 kes jî birîndar bûn.