Li Washingtona paytexta Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) saziyên civakî yên sivîl ji bo xortê Michael Brownê ku bi destê polêsan hat kuştin kom bûn û bangî dadê kirin.
Endamê saziya civakî ya sivîl a Fear Coalîtîonê Marsha Coleman Adebayo daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Tundiya ku li Fergûsonê qewimî, wisa nîşan dide ku qey li vî welatî tu tevgerên mafên sivîlan qet tunene."
Adebayo destnîşan kir ku polêsê ku Brown kuştibû hê li van deran serbest digere û got kurê wî jî rastî cudakariya polêsan hatiye û wiha dewam kir:
"Zarokên me di bin talûkeyê ne û em nikarin di malê xwe de rûnin û kuştina wan temaşe bikin. Em ji bo gotina "Êdî bes e" li vir in."