KABUL
Li herêmên cuda yên Efganistanê, li dijî talibanê operasyon hatin kirin û di operasyonan de 53 milîtan hatin kuştin.
Li gor daxuyaniya ji Wezareta Karên Hundir a Efganistanê hat dayîn, di operasyonên li bajarê Kûndûz, Qendahar, Logar, Paktiya û Helmandê hatin kirin de 53 milîtanên talibanê hatin kuştin û 14 milîtan jî birîndar bûn. Herwiha di operasyonan de gelek çek û teqemenî hatin bidestxistin û 2 milîtan hatin girtin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 7 bombeyên ku bi destê hêzên talibanê ve li ser rê hatibûn binerdkirin, ji aliyê hêzên efgan ve hatin dîtin.
Herwiha talibanê jî li ser operasyona dawîn tu daxuyanî neda.