MEZARÊ ŞERÎF
Li Faryab, Badgîs, Sarî Pûl û Cewîzcan a wilayetên Efganistanê du roj berê baraneke guj barî û ji ber vê jî lehî rabû. Di wê lehiyê de heta niha 100 kes mirin.
Waliyê Faryabê Mihemedullah Betaş diyar kir ku li gelek navçeyên bajêr lehiyeke mezin rabûye û 33 kes jî mirine û wiha dewam kir: "Ji ber barana guj nêzî 8 hezarî kes bê mal man, bi dehan kes winda ne û xebatên lêgerînê jî dewam dikin."
Midûrê Têkoşîna bi Bobelatên Siruştî yê herêma rojavayê welêt Hemîdullah Mûbarîz Hamidî destnîşan kir ku li bajarê Qaleyî Naw û li herêma Lamanê 8 kes ji ber lehiyê mirine.
Waliyê Sarî Pûrê Ebulcebbar Heqbîn jî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û da zanîn ku li çend navçeyan heta niha termê 6 kesan dîtine û 17 kes jî winda ne.
Hat ragihandin ku ji lehiyê herî zêde wilayeta Cewîzcanê zirar dîtiye û hejmara kesên ku li wê derê mirine jî 53 ye.
Alîkarê Waliyê Cewîzcanê Ebdurehman Mehmûdî got ku tirsa wan ew e ku hejmara miriyan zêde bibe û alîkariya ku ji mexdûrên lehiyê re tên kirin jî têrê nake û wiha dewam kir: "Ji ber lehiyê nêzî 5 hezarî kes bê mal man. Li gundan hê jî xetereya lehiyê heye."
Ji mexdûrên lehiyê Ehmed daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Li gundê me lehî rabû. Me şeva xwe li derve derbas kir. Heke alîkariya betanî, xwarin û tiştên din negihêje vê derê, wê demê dibe ku trajediya mirovahiyê li vê derê biqewime."