Li hin herêmên Efganistanê li dijî Talibanê operasyon hatin kirin û di operasyonan de 45 kes mirin, 16 kes birîndar bûn.
Li gor daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Efganistanê hat ragihandin ku di 24 saetên dawiyê de li bajarên Nangarhar, Gazne, Paktiya, Paktîka, Baglan Logar û Vardakê li dijî Talibanê operasyon hatin kirin. Di operasyonan de 41 milîtan û 4 leşkerên Afgan hatin kuştin.
Li gor daxuyaniyê 16 milîtan birîndar bûn û du milîtan jî hatin binçavkirin. Her wiha 28 bombeyên ku Talibanê di bin rê de bi cih kirin hêzên Efganan dîtin û ew bombe îmha kirin.
Di operasyonan de gelek çek û teqemenî hatin bidestxistin. Talibanê jî hê daxuyanî neda.