14 Sibat 2018•Rojanekirin: 15 Sibat 2018
ANKARA
Li Efrînê gundê Qudeyê ji PYD/PKKyê hat xilaskirin
Artêşa Tirkiyeyê (TSK) û Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) di Operasyona Çiqlê Zeytûnê da li rojavayê bakurê Efrînê gundê Qudeyê ji PYD/PKKya rêxistina terorê xilas kirin.
Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê yê li herêmê Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Sûriyeya Azad li beldeya Racuyê ya li rojavayê bakurê Efrînê gundê Qudeyê ji PYD/PKKyê xilas kirin.
Artêşa Tirkiyeyê digel Artêşa Sûriyeya Azad ji destpêka Operasyona Çiqlê Zeytûnê heta niha li 5 bajarokên Efrînê ku yek ji wan navenda bajarokê ye 36 gund, 3 gom û 14 ji wan çiya û girên stratejîk bi giştî 54 cî û warî ji destê rêxistinê rizgar kirine.
Cî û warên ku hatine xilaskirin ev in:
"Navenda bajaroka Bilbilê, gundên Şengal, Zehran, Balî Koy, Kurnî, Hay Oxlî, Heftar, Ursa, Bak Ubasî, Elî Kar, Şêxurzê û Omer Simo; Çiyayê Xurzê, Çiyayê Damirkê, Çiyayê Kurnî, Girê Hewzê û Girê Kurdo; 2 gomên gundê Şêxurzê; Çiyayê Eyn Batmanê, Edamanlî, Elî Beqî, Bîlal Koy, Omer Uşaxî, Mamel Uşaxî, Silêman Xelîl, Satî Şaxî, Alkana, Kirmizi û Qudeya gundên Recoyê, Girê 915an, Girê 740î, Girê 1027an, Gundê Ceqla Fewqanî û Çakalliya Navîn, Girê Şêx Hedîd, gundê Qere Mitlaq û gundê Hec Bîlal yên li ser Şêx Hedîdê, gundên Hecî Îskender, Dêra Ballutê, Hemam, Nisriye, Dukan û Eşkan, gundê Arşaliyê, Mihamediyê, girên Mersîdes, Nisriye û Amarayê yên li ser Cîndirêsê, Çiyayê Birseyê, Girê Şirgayayê û gundên Serîncek, Qestel Cundo û Dîkmetaşê yên li ser beldeya Şêranê."
Artêşa Tirkiyê diyar kir ku ji destpêka Operasyona Çiqlê Zeytûnê û vir ve hezar û 485 terorîst hatine berterefkirin.
-Hedefên terorê yên li Efrîna herêma Sûriyeyê tên topbarankirin.
Operasyona Çiqlê Zeytûnê ya ku Artêşa Tirkiyeyê di 20ê rêbendanê da li dijî hedefên PKK/KCK/PYD-YPG û DEAŞa rêxistina terorê yên li herêma Efrînê dabû destpêkirin dewam dike.
Di vê çarçoveyê de mewziyên rêxistina terorê PYD/PKKyê yên li herêma Şêxurê û derdorên wê ji aliyê Artêşa Tirkiyeyê ve bi obusên bahozê û tankan va tên topbarankirin.
Ji aliyê din ve rojnamevanên herêmî û biyanî li Kilîsê ne û bi saya kartên akredîtasyonê yên ku ji aliyê Midûriyeta Giştî ya Çapemenî Weşan û Enformasyonê (BYEGM) ve hatine belavkirin weşanên xwe didomînin.
Li herêmê tedbîrên ewlehiyê didomin.
- Kozikên terorê yên li rojavayê Efrînê dikevin ji hêla yekîneyên topavêjê va hatin bombebarankirin
Di çarçoveya Operasyona Çiqlê Zeytûnê ya Artêşa Tirkiyeyê birêva dibe da kozikên terorê yên li hemberî Hassa, Reyhanli û Kirikhana navçeyên Hatayê dikevin ji hêla yekîneyên topavêjê va hatin bombebarankirin.
Operasyona Çiqlê Zeytûnê ya ku Artêşa Tirkiyeyê di 20ê rêbendanê da li dijî hedefên PKK/KCK/PYD-YPG û DEAŞa rêxistina terorê yên li herêma Efrînê dabû destpêkirin dewam dike.
Di çarçoveya operasyonê da kozikên terorê yên li rojavayê Efrînê dikevin û li hemberî Hassa, Reyhanli û Kirikhana navçeyên Hatayê dimînin ji hêla yekîneyên topavêjê va hatin bombebarankirin.
Li ser sînor sewqiyata wesayîtên eskerî hê jî dewam dike.
Artêşa Tirkiyeyê û ASAyê li bakurê rojavayê Efrînê gundê Qudeyê ji PYD/PKKya rêxistina terorê paqij kir.