08 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 09 Tîrmeh 2018
HATAY
Li herêma Efrînê ya Sûriyeyê ku di çarçoveya Operasyona Çiqlê Zeytûnê da ji terorê hat safîkirin, şopên terorê di kordîneya Walîtiya Hatayê da tên jêbirin.
Li Efrîna ku di çarçoveya Operasyona Çiqlê Zeytûnê da ji rêxistina terorê YPG/PKKyê hat safîkirin, ekîbên Midûriyeta Rêbejayê ya Herêma 5emîn û ekîbên Midûriyeta Hawirdor û Bajarvaniyê ya Parêzgeha Hatayê xebatên xwe yên rê û paqijkirina hawirdorê dewam dikin.
Ekîbên Rêbejayê xebatên xwe bêtir li navenda navçeya Efrînê û bajarokên wê ku gelek kes lê dijî, didomînin. Ekîb bi 15 makîneyên şixul û 32 personelî va xebatên xwe yên nûkirina rêyên xirabe didomînin.
Di vê çarçoveyê da xebatên nûkirin û verastkirina rê û avahiyên ku ji ber çal, kozik û teqemeniyên terorîstan xirab bûne, dewam dikin. Ekîban li herêma Efrîn-Cindirês-Gundê Hemamê hezar û 500 ton asfalta pînekirinê vala kirin.
Herwiha ji asfalta pînekirinê jê hezar ton li rêya Efrîn-Reco, 200 ton li navenda bajarokê Mabatli û 200 ton jî li rêya di navbera bajarokên Reco-Bilbilê da, anku bi tevahî 2 hezar û 900 ton asfalt hat valakirin.
Herwisa hat ragihandin ku Rêbeja wê li Efrînê 22 kîlomêtro dîwarê bêton ava bike.
- 150 hezar mêtrokûp kavil hat paqijkirin
Ekîbên Midûriyeta Hawirdor û Bajarvaniyê ya Parêzgeha Hatayê li deverê ji bo rûxandin an jî nûkirina avahiyên ku zirar gihîştiye wan, pêşiyê xebata tesbîta xesarê kirin.
Ekîbên ku bêtir li navenda Efrînê û bajarokê Cindirêsê xebatên xwe dimeşînin, bi tevahî 150 hezar mêtrokûp kavil paqij kirin û dest bi verastkirina bajêr kirin.