Türkan Tosun
07 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 07 Tîrmeh 2019
Li Gazneya bajarê Efxanistanê li ber avahiyê Serokatiya Îstihbarata Neteweyî wesayîteke bombebarkirî hat teqandin, 12 kes mirin.
Berdevkê Walîtiya Gazneyê Arîf Nurî daxuyand li ber avahiyê Serokatiya Îstihbarata Neteweyî ya li navenda Gazneyê bi wesayîteke bombebarkirî va êrîş hat kirin.
Nurî got di êrîşê da li gor agahiyên ewil 12 kes mirin û 49 kes jî birîndar bûn.
Nurî destnîşan kir ji miriyan 8 kes xebatkarên îstihbaratê ne.
Nexweşxaneya Gazneyê jî daxuyand ji birîndaran jê gelek sivîl in.
Talibanê berpirsyariya êrîşê hilda ser xwe.