Önder Beyter
25 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 25 Cotmeh 2017
ANKARA
Li paytext Enqereyê di daîreya apartmanekî da ji ber xaza siruştî teqîn çêbû û di encamê da kesek mir, 2 jê giran 4 kes jî birîndar bûn.
Li navçeya Keçîorenê li kuçeya Şehît Mehmet Altanlarê di qata jêrê ya bînayeke 2 qatî da ji ber xaza siruştî teqîn çêbû.
Di demeke kurt da gelek ekîbên agirkujî, tenduristî û polêsan sewqî ciyê bûyerê kirin.
Di teqînê da Halîl Uyê ku li malê bû, mir û zarokên wî Alî û Ahmet û herwiha 2 kesên ku navê wan hê nehatine tespîtkirin jî birîndar bûn. Birîndar piştî midaxeleya pêşîn rakirin nexweşxaneyan.
Hat ragihandin ku rewşa Alî û Ahmet giran e û birîna herdu kesên mayîn jî sivik e.
Li gorî agahiyên pêşiyê, teqîn ji ber xaza siruştî çêbû û herwiha lêkolîn jî dewam dikin.