Emre Aytekin
19 Berfanbar 2023•Rojanekirin: 21 Berfanbar 2023
Li erdheja bi mezinahiya 6,2yê ya ku li Gansuya li bakurê rojavayê Çînê çêbû da, li gorî tesbîtên sereke 111 kesan canê xwe ji dest da.
Li gorî nûçeya Xinxuya ajansa fermî ya Çînê, duhê beriya nîvê şevê bi deqîqeyekê, navenda wê navçeyên Cişîşan Baoan Donşîang û Salarê bi mezinahiya 6,2yê erd hejiya.
Di erdhejê da li gorî tesbîtên sereke li eyaleta Gansuyê 100, li eyaleta Çinghaya cîran jî 11 kesan canê xwe ji dest da. Herwiha li Gansuyê 96 û li Çinhayê jî 124 kes birîndar bûn.
Ji aliyekî din va li deverên derdorê torên ragihandinê, av û elektirîkê, binesaziya veguhastinê zirar dîtin.