Polêsa Parîsê da zanîn ku êrîşkarên ku bi wan re keleş hebûn, şeva din konvoya dîplomatîk a mîrzayekî Siûdî ya ku ber bi Balafirgeha Bourgetê ya li bakurê bajêr ve diçû, dan seknandin. Rayedarên polêsan dan zanîn ku ji wesayîtên ku êrîşkaran dabûn seknandin digel 250 hezar euroyê "belgeyên gelekî girîng jî" hatin dizîn.
Di bûyerê de pevçûn derneket û tu kes nemir û birîndar nebû. Rayedarên fransiz navê mîrzayê siûdî nedan. Hat ragihandin ki şêlanker reviyan û lêpirsîna der barê bûyerê de berdewam dike.