ERBÎL
Alîkarê Berpirsiyarê Têkiliyên Derve yê Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqa Federal (RHKIF) Dîndar Zebarî ragihand ku niha li herêma kurdan nêzîkî 200 hezar penaberên sûriyeyî dimînin.
Zebarî li hoteleke Hewlêrê civîna çapemeniyê li dar xist û daxuyand ku di demeke kurt de gelek kurdên Sûrî koç kirine Herêma Kurdistana Iraqa Federal. Zebarî diyar kir ku piştî deriyê sînor vekirine, di nav hefteyekê de nêzîkî 50 hezar penaber hatine herêmê.
Ji RHKIFyê ji bo penaberan 45 milyon dolar
Zebarî diyar kir ku desthilatdariya RHKIFyê ji bo pêdiviyên penaberan bi cih bîne çi ketiye li ser milê wan kirine û got: ''Hefteyek berê ji bo penaberan bê xerckirin 45 milyon dolar hat veqetandin.''
Zebarî der barê baregeha Domîzê ya li Duhokê de jî axivî û got: "Dema ku me ev baregeh ava dikir, me bawer nedikir ku hejmara penaberan ji 20 hezarî derbas bibe. Lê niha li baregehê 45 hezar penaber dimînin. Nêzîkî 60 hezar Surî li Dihokê hatin bicihkirin. Li Hewlêrê baregehên bi navê Kevirgosik, Kûştepe û Basirma hatin avakirin. Nêzîkî 120 hezar penaber li Hewlêrê hatin bicihkirin. Ji penaberan 20 hezar jî li Silêmaniyê hatin bicihkirin. Ji ber ku bûyerên wiha berê jî hatibûn serê gelê me, gelê me alîkariya penaberan dike.''
Zebarî bal kişan ser piştgiriyên saziyên alîkariyê yên navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî (NY) û diyar kir ku ev alîkarî têrê nakin.
Surî li herêma me azad in
Zebarî daxuyand: ''Gelek sûrî li herêma me di nav aramiyê de dijîn. Penaberên ku tên dikarin bixebitin. Lewra di sala 1991an de heman tişt hat serê me jî. Em wek hikûmet amade ne ku çi ji destê me bê em dê bikin. Bi texmîna me heta dawiya salê hejmara penaberan dê bigihêje 300 hezarî.''